Di mitînga ku danê êvarê seet 17:00'an hate lidarxistin de alên PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Girseyê li wir bê navber dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vire” berz kirin.
Di axaftinên li wir hatin kirin de hate gotin ku divê Kurd li her derê rabin ser piyan û çalakiyên xwe xurtir bikin. Bang li welatên Ewrûpa hat kirin ku êdî bêdengiya bişkîne. Her wiha bang li PDK’ê jî hate kirin û ev tişt hate gotin: “Bila PDK weke partiyeke dewleta Tirk tevnegere, di demeke wisa de lazime nekeve lîstika dewleta Tirk. Eger windakirinek an zirarek hebe, wê ew jî PDK bi xwe be.” Di axaftinan de her wiha berxwedana gerîla ya bê hempa hate silav kirin.
Di çalakiyê de gelek pankartên ku li ser hatibûn nivîsandin, “Kujer Erdogan, destê xwe ji xwîna Kurdan vekişe,” “Bimre îxanet” Û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
Weke din li bajarê Ûppsala û Vesteros (Västerås) jî bi heman armancê çalakî hatin li darxistin û êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker hate şermezarkirin.