Li Solothûrnê li hemberî êrişên dewleta Tirk çalakiya rûniştinê

Li hemberî êrişên dewleta Tirk çalakiyên Kurdên li Swîsreyê didome.

Li hemberî êrişên dewleta Tirk çalakiyên Kurdên li Swîsreyê didome.

Di çarçoveya çalakiyan de li Solothûrnê ji bo 3 rojan çalakiya rûniştinê hate destpêkirin û çalakî di nava rojê de li gelek bajarên Swîsreyê bidome.

Çalakî bi pêşengiya CDK-S û YJK-S’ê didome. Di vê çarçoveyê de li bajarê Solothûrnê kon hate vedan û saet di 11.00’an de bi daxuyaniya çapemeniyê re dest bi çalakiyan hate kirin. Serokê Şaredariya Kantona Solothûrnê Stefaîen Inglond jî diyar kir ew piştgiriyê dide gelê Kurd. Wê çalakiya rûniştinê sê rojan bidome.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker di operasyona dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş da destpêkirin û di van êrişan de çekên kîmyewî bi kar anî, gelê Kurd ji duh şev ve daket kolanên Bern, Basel, Lûzern û Zurîhê û peyam dan ku wê berxwedanê geş bikin.

Hate diyarkirin wê îro jî li Lozan, Cenevre, St Gallen di serî de li gelek deran çalakî werin lidarxistin.