Li Solothûrnê, ciwan li dijî tecrîdê derketin qadan
Ciwanên Kurd bi banga TCŞ’ê û TêkoJIN’ê li Swîsreyê dekatin qadan û gotin: “Em, jiyaneke bêyî Rêbertiyê qebûl nakin.”’
Ciwanên Kurd bi banga TCŞ’ê û TêkoJIN’ê li Swîsreyê dekatin qadan û gotin: “Em, jiyaneke bêyî Rêbertiyê qebûl nakin.”’
Bi banga seferberiyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşêr (TêkoJIN) a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li Swîsreyê derdikevin qadan.
Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de, ciwanên Kurd ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, vê carê li Solothûrnê derketin qadan.
Li qada Bahnhofplatzê, pankart û dowîzên nivîsên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û mîtîng hat lidarxistin.
Aktîvîstên TêkoJIN’ê û TCÇ’ê di çalakiyê de wiha axivîn: “Tecrîda zêdeyê 24 salan e li ser Rêber Apo berdewam e, 25 meh in ku yekcar giran bûye. Em ciwanên Kurd ku me li çar aliyên Kurdistanê berxwedana li dijî tecrîdê ji xwe re kiriye esas, em li kû bin jî em ê li qadan bin.”
Piştî daxuyaniya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothûrnê, daxuyaniya çapemeniyê bi Elmanî xwend.
Çalakî, bi daxwaza pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga geşkirina ruhê seferberiyê bi dawî bû.