Li ser sînorê Polonya-Belarûsê penaber bi hêviya mirinê ve hiştin
Piştî ku Rûsyayê êrîş bire ser Ukraynayê, li herêma tampon a sînorê Belarûs-Polonyayê penaber bi hêviya mirinê ve hiştin.
Piştî ku Rûsyayê êrîş bire ser Ukraynayê, li herêma tampon a sînorê Belarûs-Polonyayê penaber bi hêviya mirinê ve hiştin.
Piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, li Ewropayê nîjatperestiya li ser Rojhilata Navîniyan û Efrîkiyan jî zêdetir bû.
Sînorên Polonyayê tenê li welatiyên Ukraynaî hate vekirin, Efrîkiya naxin nav welatê xwe. Nîjatperestî tenê bi vê jî sînordar nema. Penaberên li ser sînorên Belarûs-Polonyayê bi hêviya mirinê ve hatin hiştin.
Nûçegihan Ako Mecîd jî di nav de, komeke penaberan bi rojan e li herêma tampon têne hiştin.
Nûçegihan Ako Mecîd têkilî nêzîkatiya dermirovîî ya li ser penaberan ku ev 5 roj in nanê wan jî nîne, ji Medya Haberê re axivî. Mecîd wiha got:
''Em li ser sînorê Polonya-Belarûzê ne, ev 5 roj in em li vir in. Em 3 ciwanên Silêmanî li vir in. Piştî ku em çend rojan meşiyan me xwe gihande sînorê Polonyayê, leşkerên ku hûn dibînin ên Polonyayê ne.Em nizanin çi bikin, li vir çalakiya rûniştinê dikin lê ev der pir sar e. Dema ku dixwazin derbasî aliyê Polonyayê bibin, leşkerên Polonyayê, li aliyê Belarûsê jî leşkerên Belarûsê êşkenceyê li me dikin.
Penaber dema ku dixwazin sînor derbas bikin têne girtin, telefonê wan têne şikandin. Her tiştê me ji me distînin û davêjin.''