Li salona pêşangeha ‘2+2=KRDSTN’ê guhdariya helbest û çîrokan hat kirin

Li salona pêşangeha ‘2+2=KRDSTN’ê, Helbestkar Dilber Hêma û Nivîskar Yaqob Tilermenî helbest û çîrok xwendin, muzîkjena ciwan jî pif kir flutê.

Pêşangeha ‘2+2=KRDSTN’ê li Lozanê berdewam e.

Komîteya Bibîranînê ya Sedsala 100’emîn a Lozanê (Lozan23) û Şaredariya Lozanê, 28’ê Nîsanê pêşangeh vekir. Ji çar aliyên Kurdistanê, Elmanya û Îtalyayê ji hunermendên ji beşên cuda bi berhemên xwe tev li pêşangehê bûne.

Di çarçoveya pêşangehê de, îro guhdarî li helbest û çîrokan hat kirin. Helbestkar Hêma Dilberê û Nivîskar Yaqob Tilermenî helbest û çîrok xwendin, muzîkjena ciwan Şarezîn jî pifê flutê kir.

Dilber Hêma ku li gotûbêjê axivî, got: ‘’Di çarçoveya çalakiyên Sala 100’emîn a Peymana Lozanê de, çalakiyên hunerî yên wiha gelek giring in. Gelê Kurd tevî hemû dagirkerî û qetlîaman, li çand, ziman û hunera xwe bûye xwedî û li dijî dagirkeriya bi sed salan bi sekina xwe ya hunerî li ber xwe daye.’’

Piştî gotûbêjê, guhdariya helbest û çîrokan hat kirin.