Li Saînt Avoldê şehîd hatin bîranîn, dagirkerî hate protestokirin

Meclîsa Gel a Saînt Avoldê gerîlayên di Adara 2021’an û yên din Nîsana 2022’an de şehîd bûne bi bîr anîn û li hemberî êrişên dagirkeriyê peyamên geşkirina berxwedanê dan.

Meclîsa Gel a Saînt Avoldê ya Fransayê ji bo gerîlayên bi navê Serhed Tolhildan û Agît Gabar ên ku di 26’ê Adara 2021’an de di êrişa dewleta Tirk de li Avaşînê şehîd bûbûn û Şaristan Farqîn, Navdar Mazî û Rêdûr Kobanê yên ku di 17’ê Nîsana 2022’an de li Zapê di êrişa dagirker de şehîd bûbûn, çalakiyeke bîranînê li dar xistin. Xizmên Serhed Tolhildan û Rêdûr Kobanê yên li Fransayê dijîn jî tevlî çalakiya bîranînê bûn.

Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di bîranînê de Ciwan ê ku pismamê Serhed Tolhildan e û Şahîd Ehmed ê ku kurê metiya Rêdûr Kobanê de axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku “Bila serê Rêber Apo û yê gelê me sax be” û hate diyarkirin wê çeka şehîdan li erdê neyê hiştin.

Ummar Silo yê ku bavê şehîd Rêdûr Kobanê ye bi telefonê tevlî çalakiya bîranînê bû û diyar kir ew bi kurê xwe serbilind e û bal kişand ser vî tiştî ku tekane rêya xwedîlêderketina şehîdên gelê Kurd ev e ku divê li hemberî qirkirinê têkoşîn were kirin.

Hevserokê KONGRA-Gel Remzî Kartal jî bi telefonê tevlî çalakiya bîranînê bû û bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo.  Kartal diyar kir êrişên dagirker ên dewleta Tirk bi hevkariya Barzaniyan tê kirin û got “Divê malbata Barzaniyan dev ji vê şaşiya xwe berdin.”

Endamê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) û nûnerê Saînt Avoldê Mele Qasim jî diyar kir ku rêya şehîdan rêya azadiyê ye û bang kir ku divê xwedî li şehîdên gelê Kurd were derketin.

Bi çalakiyê de peyama TCŞ û TekoJIN’ê jî hate xwendin. Di peyamê de hate diyarkirin wê ciwan li hemberî dagirkeriyê têkoşînê geş bikin û wê tola şehîdan were stendin.