Li Saint-Avoldê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li bajarê Saint-Avold ê Fransayê ji bo bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi civînekî gel pêk hat.
Li bajarê Saint-Avold ê Fransayê ji bo bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi civînekî gel pêk hat.
Li bajarê Saint-Avold ê Fransayê ji bo bîranîna Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an çalakî hate lidarxistin.
Bîranîn di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de ji bo tevahî şoreşgeran bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Beşdar û endamên dîwanê li ser berxwedana şehîdan û mîrateya wan a têkoşînê axivîn.
Siyasetmedar û nivîskar Fesih Varto derbarê pêvajoyê nirxandinan kir. Varto di axaftina xwe de hevalên xwe yên têkoşînê silav kir û bal kişand ser merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk û helwesta bi biryar a Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat.
Varto destnîşan kir ku gavê hatiye avêtin îşaret bi qonaxekî dîrokî dike û bilêv kir ku divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rast were fêmkirin.
Civîn bi pirsên beşdaran û nirxandinan dewam kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.