Li Romayê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
23‘emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Îtalya Romayê bi meşek girseyî hat şermezarkirin.
23‘emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Îtalya Romayê bi meşek girseyî hat şermezarkirin.
23‘emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Îtalya Romayê bi meşek girseyî hat şermezarkirin. Di meşa li paytext Romayê de bajarên derdorê jî amade bûn. Di meşê hate xwestin ku divê rojek berî rojekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe, divê navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin.
Girse di saet 15.00’an de li qada San Piazza Dell'Esquilino ber bi San Giovani ve meşiya.
Di 12'ê Mijdara 1998'an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat Romayê û banga çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd kir. Lê belê hêzên mezin ên navneteweyî yên ku mudaxeleyî wan kirin, ji bo ku ev bang bê bersiv bimîne çi ji destê wan hat kirin û bi vê rêbazê Rêberê Gelê Kurd bi awayekî derqanûnî dîl hat girtin û bi komployekê radestî Tirkiyeyê kirin.
Gelek aktivîstên Îtalî ên bi wesîleya meşê axaftin kirin de, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Li ser navê Kurdan rêveberên Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê axaftinek kirin û spasiya hemû beşdaran kirin û banga “Em bi hev re dikarin Rêberê xwe azad bikin” kirin.
Di meşê de herî kêm 20 kes axivîn û axaftvanan daxwaz kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê demildest Abdullah Ocalan azad bibe û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.,
Her wiha di meşê de ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxsitin gelek îmze hatin komkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Ji bo Abdullah Ocalan azadî“ û “Viva Abdullah Ocalan” bi dawî bû.