Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û Rete Kurdistan, li paytexta Îtalya Romayê, ji bo kampanyaya azadiya Ocalan civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Serokê berê yê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û kefîlê girtiyên li girtîgehên Îtalyayê Maûro Palma, ji rojnameya La Repûbblîca Marîno Bîsso, parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, karîkaturîstê navdar Zerocalkare, Senatorê berê û berdevkê Komîteya Azadiya Ocalan Gîovannî Rûsso Spena û Parêzer Sîmonetta Crîscî tevlê civîna ku li Navenda Çapemeniyê ya Romayê hat lidarxistin bûn.
Civîna çapemeniyê bi rojnamevan Marîno Bîsso û parêzer Sîmonetta Crîscî bi silavkirina rojnamegeran re destpê kir û piştre pêvajoya komplo û çalakiyên navneteweyî yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatinî kirin vegotin. Malpera www.freeapo.org û sînevîzyona ku ji bo kampanyayê hatî çêkirin bi rojnamegeran hate nasandin.
ZEROKALCARE: NÊZÎKATIYA LI WÎ NÊZÎKATIYA LI HEMÛ KURDAN YE
Zerokalcare ku mafê axaftinê girt, bi bîr xist ku di kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ew di nava yekemîn kesên îmzeyên xwe avêtinî de ye û got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Abdullah Ocalan şert e, divê di zûtirîn dem de bigihîje azadiya xwe. Ji ber ku nêzîkbûna wê ya erênî yan jî neyînî rasterast bandorê li gelê Kurd dike. Ji ber vê yekê azadiya wî jî tê wateya dîtina rêyeke aştiyane ya çareseriya pirsgirêka Kurd.”
PALMA: YA ABDULLAH OCALAN TECRÎDA GIŞTÎ YE
Li aliyê din Maûro Palma diyar kir ku di dema serokê CPT’ê bû de 3 caran şansê dîtina Abdullah Ocalan çêbûye û cara dawî di sala 2011’an de wî dîtiye û got ku her tim tecrîd li ser wî tê meşandin. Weke CPT’ê hewldan hatin kirin, lê mixabin pêşketinên ku dihatin xwestin pêk nehat.
Palma wiha berdewam kir: “Ez niha hewl didim ku mafên girtiyan li Îtalyayê misoger bikim, ji ber vê yekê ne nakokiyek e ku ez îro li vir im. Ji ber ku divê azadî û mafên hemû girtiyan bê misogerkirin. Mixabin divê ez bibêjim ku rewşa Abdullah Ocalan pir cuda tê destgirtin; Pergalek taybet bi wî tê pêkanîn. Navê vê jî tecrîda giştî ye.”
BILEZ: 23 SALÊ TECRÎD BI QASÊ 40 SALAN E
Parêzer Îbrahîm Bîlmez bal kişande ser axaftinên Maûro Palmayê û got ku mixabin ji sala 2011'an û vir ve nikare biçe giravê û di jiyana xwe ya 20 salan a parêzeriyê de yekane tişta ku wî dîtiye eve ku tecrîdeke girankirî li ser muwekîlê wî Abdullah Ocalan û 3 muwekîlên din ên li Îmraliyê tê ferzkirin e.
Asta ku gihîtiyê êdî ev pergala taybet nikare bê pêkanîn; Di serî de hem ji aliyê însanî, hem jî di aliyê exlaqî û siyasî de divê di demek herî kurt de Abdullah Ocalan azad bibe.
Bîlmez got, “Ji ber ku 74 salî ye. 23 sal in di girtîgehê de ye û piraniya wê demê di bin tecrîdê de derbas bûye. Ji ber vê yekê, ev dem bi qasê 40 salan e. Her wiha divê Tirkiye weke endamekî Konseya Ewropayê (KE) mafê hêviyê yê ji bo girtiyan ku ji aliyê YE’yê ve hatiye naskirin, ji bo muwekîlên wî jî bê karanîne. Ji aliyê siyasî ve jî, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û aramiya Rojhilata Navîn, divê lîderekî siyasî yê wisa xurt û dilpak azad be.”
SPENA: ÎTALYA MAFÊ STATUYA SIYASÎ DA, DIVÊ BERPİRSİYARİYA XWE Bİ CİH BÎNE
Gîovannî Rûsso Spena ku axaftina dawî kir, ragihand ku wî 23 sal berê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye û hê di wan salan de projeya konfederalîzma demokratîk ji wan re vegotiye û îro li gelek deveran bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê ev proje tê meşandin.
Spena da xuyakirin ku Abdullah Ocalan di sala 1999'an de hat Îtalyayê, ji bo çareseriya siyasî û aştiyane li rêyekê digeriya û got, "Lê belê Ewropayiyan û bi taybetî Îtalyayê nekarîn bersivê bidin vê pêvajoyê û ji ber vê yekê barek giran li ser milên wan e.”
Spena diyar kir ji bo vê jî di bin serokatiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê de “Dem hatiye; ku Komîteya Ji Ocalan re Azadî hatiye avakirin” û ew jî berdevkê vê komîteyê ye û got, "Divê dewleta Îtalya xwedî li Abdullah Ocalan ê ku Dadgeha Romayê statuya siyasî daye wî derbikeve û berpirsyariyên xwe bi cih bîne."
Gîovannî Rûsso Spena da zanîn ku di vê çarçoveyê de hefteya bê wê hin pirs hem ji parlamentoyê re û hem jî ji senatoyê re bên şandin.
Civîn piştre bi bersiva pirsên rojnamegeran bi dawî bû.
Civîna çapemeniyê li Radio onda Rossa, Radio popolare Mîlano û Radio onda Pîe bi rengekî zindî hat weşandin.