Li Rennesê çalakiya Fete de l’avenîr
Kurdistaniyên tevlî çalakiya Fete de l'avenîr a li Rennesê bûn, bang li komên çep ên sosyalîst ên beşdar bûne kirin ku xwedî li kampanyaya îmzeyan ya ji bo rakirina qedexeya PKK'ê hatiye destpêkirin, derkevin.

Li bajarê Rennes ê Fransayê bi beşdariya gelek partî, rêxistin û komeleyên çep, sosyalîst ên wekî PCF, PS, NPA, PRG, Komeleya Dostaniya Broton a Kurd, çalakiya Fete de l'avenir hate lidarxistin.
Di çalakiyê de Navenda Civaka Demokratîk a Amara ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin standa îmzeyan vekir. Di çalakiyê de gelek îmze hatin komkirin. Her wiha di çalakiyê de pirtûk û broşurên paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Amara nûnerê karê derve, mafê axaftinê girt û xwest her kes xwedî li kampanyaya ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin derkeve.
Her wiha hate gotin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 23 sal in li ser gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn veguheriye polîtîkayeke şer a kûr, bêhiqûq û bêexlaqî û divê mekanîzmayên hiqûqî yên navneteweyî û gel bikevin nava tevgerê.