Li Reîmsê li dijî tecrîdê meş
Li Reîmsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û wiha hat gotin: “Di serî de CPT, ji bo rabûna vê tecrîdê divê DMME û YE demildest bi erka xwe rabibin.“
Li Reîmsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û wiha hat gotin: “Di serî de CPT, ji bo rabûna vê tecrîdê divê DMME û YE demildest bi erka xwe rabibin.“
Li qada Stalîngrad a bajarê Reîms ê Fransayê, bi organîzekirina Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Arîn Mîrkan a Reîmsê, ji bo azadiya bi fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li qadê hatin ba hev, pankartên li ser “Azadî ji Abdullah Ocalan re“ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Di çmeşê de bêyî navber dirûşmên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne“, “Bê Serok jiyan nabe“’, “Bijî Serok Apo“ û “Azadî ji Abdullah Ocalan re“ hatin berzkirin.
Gava meşê danezan hatin xwendin. Li ser navê DKTM’ya Arîn Mîrkan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Bi tecrîda zêdeyê 24 salan e dixwazin meşa azadiyê ya Kurdan asteng bikin. Ev êrîş û tecrîda di ser Rêber Apo re hatiye destpêkirin, li hemû Kurdistan û Rojhilata navîn belav dibe.
Êrîşên qirkirinê, bi seferberiya gelê Kurdistanê û bi derketina xwedî li Rêbertiya xwe bi piranî hatine pûçkirin. Lê bêdengiya hêzên navneteweyî û tevkariya ji bo berjewendiya xwe pêşkêşê dewleta Tirk dikin, tecrîda li ser Rêber Apo bi awayekê girankirî berdewam e. Divê hemû dinya bizane ku, çav û guhên bi milyonan kesan li Îmraliyê ye. Di serî de CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê ji bo dawî li tecrîdê bê divê demildest bi erka xwe rabibin. Dem, dema seferberiyê ye. Lewma heta ku haya me ji Rêber Apo çênebe em soz didin ku em ê bêyî navber bi ruhê têkoşîneke bi bandor û encamgir li qadan bin.“