Li Parmayê kampanyaya azadiyê destpêkir

Li Parmayê kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi tevlêbûnekî baş a dostên Kurdan ên Îtalyayî hat destpêkirin.

Li bajarê Parma yê Îtalyayê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînên gel ên 2 rojan destpê kirin.

Îro Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli bi Şaredarê Parmayê Federîco Pîzzarottî û Serokê Meclîsa Şaredariyê Alessandro Tassî-Carbonî re hevdîtin kir.

Di hevdîtinan de Anli spasiyên xwe pêşkêşî şaredariyê kir ku ji Abdullah Ocalan re hemwelatiya rûmetê daye.

Piştre saet di 18.30’an de li bajarê Parmayê bi tevlîbûna xurt a komên çep û dostên Kurdan ên Îtalyayê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya hat destpêkirin.

Ji aliyê din ve Komîteya Kurdî û Tora Kurdistan (Rete Kurdistan) jî serdana Firat Anli kirin û anîn ziman ku ew li rex têkoşîna gelê Kurd in.