Li Parmayê Şoreşa Rojava hat silavkirin û êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin

Li bajarê Parma ya Îtalyayê Kurd û dostên wan Şoreşa Rojava silav kirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Li bajarê Parma ya Îtalyayê bi tevlîbûna bi dehan saziyan, li navenda bajêr mîtîngek hat lidarxistin. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin protestokirin.

Di çalakiyê bal hat kişandin li ser erêkirina dagirkeriya Tirk ya ji aliyê dewletên NATO’yê.

Koma Jinên Reş, Mala Jin a Parmayê, Cîac, ANPI, Ji Nû Ve Avakirina Partiya Komunîst, Hêza Gel, Art Lab, Komîteya Fîlîstînê, Atolyeya Gel, Koro Malfattorî, Le Gîraffe, Koma Wêneyê ya Kolektîf û Koma Anarşîst a Antonîo Cîerrî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankartên li ser hatibûn nivîsandin, “Rojava biparêze, demildest Erdogan bide sekinandin”, “Şer û faşîzma Tirk bidin sekinandin” û “Ji biçekkirinê re na” hatin vekirin û alên PKK û YPG/YPJ’ê hatin hilgirtin.

Her wiha ji bo silavkirina salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava wê li bajarên Mîlano, Mantova, Bologna û Bolzanoyê çalakiyên girseyî bên lidarxistin.