Li Parlamentoya Eyaletê ya Sydneyê Resepsiyona Newrozê
Li bajarê Sydney yê Awusturalyayê, di resepsiyona Newrozê ya ku di Parlamentoya Eyaleta New South Wales de hat dayîn de, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û saziyan beşdar bûn.
Li bajarê Sydney yê Awusturalyayê, di resepsiyona Newrozê ya ku di Parlamentoya Eyaleta New South Wales de hat dayîn de, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û saziyan beşdar bûn.
Parlamenterê Partiya Karker Anthony D’Adam di resepsiyonê de axivî û got: “Em hêvî dikin ku Newroz ji bo gelê Kurd bibe wesîleya aştî û azadiyê. Gelê Kurd, jiyaneke xweser û azad a ku şer û pevçûn lê bi dawî bibe, heq dike.”
Parlamentera Partiya Keskan Kobi Shetty jî Newroza gelê Kurd pîroz kir û hêvî kir ku bibe wesîleya aştî û azadiyê. Shetty anî ziman ku: “Wekî Partiya Keskan, em her tim di nav piştevaniyê de bûn bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re. Piştî vê yekê jî em ê her tim li gel gelê Kurd bin. Newroz pîroz be.”
Parlamentera Partiya Karker Charishma Kaliyanda jî wiha got: “Îro pîrozkirina Newrozê li vir bi nûner û dostên gelê Kurd re ji bo me rûmetek e. Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya hêvî, azadî, yekîtî, piştevanî û têkoşînê. Em jî bi van daxwaz û hêviyan Newroza gelê Kurd pîroz dikin.”
Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awusturalyayê Brûsk Ayveri, diyar kir ku ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlum Dogan, Newroz ji bo gelê Kurd sembola serhildana li dijî zilmê, berxwedana ji bo azadiyê û bilindkirina hêviyê ye. Ayveri got: “Em hêvî dikin ku ev Newroz ji Rojava heta Rojhilat, ji Bakur heta Başûr ji bo tevahiya gelê Kurdistanê azadî û aştiyê bîne.”
Nûnerê Tifaqa Sosyalist Peter Boyle di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Du temayên herî bi hêz ên Newrozê, bi qasî ku ez fêm dikim, azadbûn û nûbûn e. Îro di herêmeke ku bi şer û bêîstîkrariyê diheje de, tevgera Kurd bi parastina van prensîban dertê pêş. Nirxên qedîm di şert û mercên modern de ji nû ve hildiberîne û vediguherîne perspektîfa aştî, demokrasî û jiyana hevpar. 'Jin, Jiyan, Azadî' vê têgihiştinê bi awayê herî kurt îfade dike.”
Nûnera TJK-E’yê Rûken Akça jî di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê. Akça her wiha got: “Ji bo ku gelê Kurd rûbirûyê komkujî û qirkirinên nû nebe, em ji dostên xwe dixwazin ku vê piştevaniya xwe ya watedar hîn mezintir bikin û di parlamentoyê de bibin dengê jinên Kurd.”
Li ser navê DKTM’ê Baran Sogut destnîşan kir ku: “Bi pêvajoya civaka demokratîk a ku Rêber Apo pêş xistiye re, gelê Kurd û gelên din bi hêviyên nû yên aştî û azadiyê Newrozê pêşwazî dikin.”
Endama Meclîsa Şaredariyê ya Partiya Karker Mira İbrahimi, ji ber beşdarbûna Newrozê spasiya her kesî kir û got ku ew ê di hemû platforman de bibin dengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.
Nûnera civaka Dûrzî Lily Durzi got: “Qedera gelê Kurd û Durzî yek e. Newroz, ji bo gelê Kurd û Durzî dê bibe îfadeya mezinkirina yekîtî û piştevaniyê.”
Resepsiyona Newrozê, piştî ku Dilvan Bircan a ji Partiya Karker helbesta Cegerxwîn a “Em kî ne?” bi Îngilîzî xwend û hunermendên Kurd Ozgur Ardıl û Timur bernameyeke muzîkê pêşkêş kirin, bi dawî bû.