Li Parlamenta Ewropayê civîna li ser 'Rojava' û 'Sûriyeyê'
Endama S&D a Parlamenta Ewropayê Evîn Încîr ji bo civîna bi mijara Rojava û Sûriyeyê ya li Brukselê vexwendîname şand.
Endama S&D a Parlamenta Ewropayê Evîn Încîr ji bo civîna bi mijara Rojava û Sûriyeyê ya li Brukselê vexwendîname şand.
Civîn wê li salona Spinelli 3H1 a Parlamenta Ewropayê saet di navbera 16:00-17:00 de pêk were.
Nûnera Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) û muzakerevana sereke ya muzakereyên bi rêveberiya demkî ya Şamê re dimeşîne Îlham Ehmed û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn wê tevlî civînê bibin.
Di civînê de wê pêvajoya danûstandinan a navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya li Şamê û peymana 30'ê Çileyê bê nirxandin.
Her wiha hewldanên dîplomatîk ên dawî jî bêne nirxandin ku li Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ji bo parastin piştgiriya navneteweyî hate meşandin.