BI DÎMEN

Newroz li Parlamenta Îngilistanê bi resepsiyonekê hate pîrozkirin

Bi pêşengiya Serokê Kamara Avamê Sir Lindsay Hoyle, li Parlamenta Îngilistanê resepsiyona Newrozê hate lidar xistin. Sir Hoyle, da zanîn ku Newroz gelek caran rastî zext û qedexeyan hatiye û peyama hevgirtinê ya bi Kurdan re da.

Resepsiyona Newrozê ku ji hêla Centre for Kurdish Progress ve hat organîzekirin li Speaker’s House ya li Parlamenta Îngilistanê pêk hat. Di resepsiyonê de parlamenter, rêveberên xwecihî û nûnerên civaka sivîl amade bûn û peyamên hevgirtina bi Kurdan re dan.

Edîtora The Amargî Elîf Sarican axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Newroz ne tenê hatina biharê, di heman demê de hêvî û siberojek hevpar jî nîşan dide. Elîf Sarican, destnîşan kir ku ji bo Kurdan, Newroz bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ve girêdayî ye.

Serokê Kamara Avamê Sir Lindsay Hoyle, anî ziman ku ew ji ber mazûvaniya resepsiyona Newrozê kiriye gelek kêfxweş e. Sir Hoyle, bi bîr xist ku Kurd di demên berê de di pîrozkirina vê cejnê de rastî zehmetiyan hatine û behsa girîngiya parastina hebûna xurt a çanda Kurd li Brîtanyayê kir.

Parlamenter Feryal Clark, di resepsiyonê de axivî û bal kişand ser berxwedana Kurdan, bi taybetî di çarçoveya pêşketinên li Sûriyeyê de. Feryal Clark, diyar kir ku şervanên Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de roleke girîng lîstine û divê ev piştgirî berdewam bike.

Kate Osborne, jî da zanîn ku ew ê pirsgirêkên siyasî û mirovî yên ku Kurd pê re rû bi rû dimînin di rojeva parlamentê de bigirin. Kate Osborne, her wiha behsa girîngiya hişyarkirina hawirdorê ji bo mafên Kurdan kir.

Dawn Butler jî anî ziman ku bihêzbûna siyaseta rastgir li Ewropayê, civakê parçe dike. Dawn Butler, got ku li hember vê yekê pêdivî bi parastina çanda hevgirtin û jiyana hevpar di navbera civakan de heye.

Li ser navê rêveberiyên xwecihî Serbaz Berzencî axivî û diyar kir ku zêdebûna nûnerên Kurdan di civaka sivîl û siyasetê de, dibe alîkar ku polîtîkayên berfirehtir werin avakirin.

Li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî Dr. Mohamed Mustefa axivî û bal kişand ser pirsgirêkên ewlehiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Mustefa, destnîşan kir ku Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê jî mîna Kurdên li Rojava nezelaliyan dijîn û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan banga diyalog û dîplomasiyê kir.

Nûnerên Başûrê Kurdistanê û MSD’ê, akademîsyen û endamên civaka sivîl jî tevlî resepsiyonê bûn.

Resepsiyona Newrozê ya îsal jî ne tenê pîrozbahiyek bû, lihev kombûneke girîng bû ku tê de pirsgirêkên rojane yên Kurdan hatin nîqaşkirin û peyamên siyasî yên ji Parlamenta Îngilistanê hatin dayîn.