Li Parîsê wê meşek ji bo sê rojan bê lidarxistin

Li paytexta Fransa Parîsê, li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, wê meşeke dirêj a ji sê rojan bê lidarxistin.

Çalakiya sê rojan ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ve bê lidarxistin. Çalakî 10'ê Sibatê saet di 11:00 de li ber gar a trenê ya Drancy dest pê dike.

Roja duyemîn a meşê wê li Qada Denfert-Rochereau di 11'ê Sibatê de saet 11:00 bi beşdariya Kurdan û dostên wan dewam bike.

Roja dawî ya çalakiyê jî wê 12'ê Sibatê li qada Republiqueyê saet di 12:00 de dest pê bike.

TJK-F û CDK-F'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û ji bo meşa sê rojan " Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, statu ji gelê Kurd re" banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan kirin.