Li Parîsê tecrîd hate protestokirin

Aktîvîstên TCŞ’ê li pattexta Fransa Parîsê  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TŞC) ên ku şevê din hatîn gel hev, li banliyoya Goussainville ya ku bi giranî faşîstên Tirk lê dijîn, çalakiyek lidar xistin.

Ciwanên ku li navendê jî li ser pira hatin û çunê pankartek bi Faransî ku bi nivîsa, “Azadiya Ocalan, azadiya me ye” hate daliqandin û bi Kurdî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Ciwanên ku ji vir belavbûyîn piştre li ser dîwarên navenda bajar nivîsên, “Pêl bi pêl em tên”, “Bijî Serok Apo” û “PKK” nivîsandin.