Li Parîsê standa îmzeyan hate danîn
Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin berhevkirin.
Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin berhevkirin.
Li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ standa îmzeyan hate danîn. Qada standê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê hatin xemilandin.
Standa îmzeyan di saet 17.00’an de hat danîn û heta saet 21.00’an berdewam kir. Di çarçoveya kampanyayê de gelek îmze hatin berhevkirin.
Kurdistanî û dostên wan wê roja înê jî di heman saetê de standa îmzeyan dane.