Li Parîsê protestoyên 15’ê Sibatê didomin
Kurdistaniyên li Parîsê dijîn bi çalakiya xwe ya protestoyî bal kişandin li ser salvegera komploya navnetewî.
Kurdistaniyên li Parîsê dijîn bi çalakiya xwe ya protestoyî bal kişandin li ser salvegera komploya navnetewî.
Çalakiyên di çarçoveya şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate desteserkirin, li paytexta Fransa Parîsê dewam dikin.
Kurdistaniyan ku saet di 19:30’an de li meydana Repûblîqûe ya ku yek ji qada herî qelebalix a Parîsê ye li hev civiyan û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Di çalakiyê de girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û pankarta “Ji Ocalan re Azadî” vekirin, her wiha dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî”, “Çareseriya siyasî ji Kurdistanê re”, “Dîktator-Qatil Erdogan” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin. .
Di axaftinan de hat gotin, "Divê her kes bizane ku bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti gel nikare bigihîje azadiya xwe."
Li wir çalakvanan bi rengderên zer-sor-kesk rengek cuda dan çalakiyê. Girseyê pankarta "Lîberte Poûr Ocalan" (Ji Ocalan re azadî) a hilgirtibûn, piştî çalakiyê li peykera li qada Repûblîqûe’yê vekirin û dawî li çalakiya xwe anîn.