Li Parîsê meşa ji bo 3 rojan dest pê kir

Li hemberî komploya navneteweyî li Parîsê meşa ji bo 3 rojan hate destpêkirin.

Li banliyoya Drancy a Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye bi pêşengiya Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk a Fransayê (TJK-F) li hemberî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke ji bo sê rojan hate kirin.

Gelê Kurd li pêşiya Gara Trênê ya Grancyê kom bûn. Di meşê de pankarta ‘Azadî ji bo Ocalan, a niha’ û alayên ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser in hatin hildan.

Di meşê de sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ hate berzkirin û çalakiyê bala gelê derdorê jî kişand. Di meşê de belavoka bi Fransî hate xwendin û belavkirin.

Li pêşiya şaredariya Drancyê li ser navê CDK-F û TJK-F’yê daxuyanî hatin dayîn. Li ser navê CDK-F’yê Necmettîn Demîralp axivî û got “Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo gihişt hêzê û hêviya azadiyê ava bû. Dewletên serwer ev tişt dîtin û ji ber vê li hemberî Rêber Apo komployeke bê exlaqî kirin. Şerm e ku Rêberê me hê jî di bin tecrîdê de ye.”

Li ser navê TJK-F’yê jî Fevziye Erdemîrcî diyar kir heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin û ji bo meşa di 12’ê Sibatê de bang kir.