Li Parîsê komkujî û tecrîd hat protestokirin
Li Parîsê, qurbaniyên Komkujiya Gurgum, Roboskî û Girtîgehan hatin bibîranîn û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Li Parîsê, qurbaniyên Komkujiya Gurgum, Roboskî û Girtîgehan hatin bibîranîn û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya hêzên demokratîk ên şoreşgerên çepgir ên Tirkiyeyî û CDK-F’ê Komkujiyên Gurgum, Roboskî û ya Girtîgehan 19’ê Kanûnê hat protestokirin. Hêzên demokratîk ên şoreşger û Kurdistanî li ber Strasboûrg Saînt-Denîsê hatin ba hev û pankartên “Em ê hesabê Roboskî, Gurgumê bi pirsin” û “Komkujiya 19’ê Kanûnê ji bîr neke, nede jibîrkirin” vekirin. Ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.
Di axaftinan de hate bibîrxistin ku dîroka Tirkiyeyê tijî komkujî û qirkirinan e, hate gotin ku sîstema tecrîda li Îmraliyê hatiye berfirehkirin û gelek girtî bi protestokirina grevên birçîbûnê û tecrîd û zextên li girtîgehan hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.
Di çalakiyê de peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî berxwedana girtîgehan” û “Girtiyên Şoreşger rûmeta me ne” bi dawî bû.