Li Parîsê ji bo Ecevît Pîroglû çalakî

Bi peşengiya DGB‘ê bi dirûşmeya “Bila Ecevît Pîroglû bê berdan“ li Parîsê çalakî hat li dar xistin.

Li paytexta Fransa Parîsê bi peşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB) bi dirûşmeya “Bila Ecevît Pîroglû bê berdan“ çalakî hat li dar xistin. Ecevît Pîroglû, li Rojava û Tirkiyeyê têkoşîna şoreşgerî dimeşand, bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê 18 meh in li girtîgeha Sirbîstanê tê ragirtin. Ji ber rûniştina biryarê ya Pîroglû ku wê di 18'ê Çile de bê dîtin, li bajarên Ewropayê ji bo rawestandina daxwaza radestkirina Tirkiyeyê û berdana wî çalakî tên lidarxistin.

Di çalakiyê de belavokek bi zimanê Fransî hate xwendin û belavkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Doza radestkirina Ecevît Pîroglu dozeke siyasî ye. Têkoşîna siyasî ya ku Ecevît Pîroglu temsîl dike, têkoşîna bi milyonan xizan û bindestên Tirkiye û Kurdistanê ye. Ji ber vê sedemê biryara dewleta Sirbîstanê ya radestkirina hevrêyê me, biryareke li dijî bi milyonan şoreşgerên Tirk û Kurd û hemû gelên cîhanê yên ku bi me û têkoşîna me ya azadiyê re di nava piştevaniyê de ne. Du aliyên vê dozê hene; Li aliyekê dîktator Erdogan heye ku bi çeteyên cîhadîst ên ku dixwazin cîhanê di xwînê de bifetisînin re hevkariyê dike û li aliyê din jî Ecevît Pîroglû yê ku beşdarî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû û ji bo azadiyê têdikoşe heye. Weke dost û hevrêyên me Ecevît Pîroglu em bang li hikûmeta Sirbîstanê dikin ku bi dîktatoriya Erdogan re hevkariyê neke, li dijî radestkirinê derkeve û Piroglû serbest berde. Em bang li hemû demokratan dikin ku piştgiriyê bidin azadiya Pîroglû û bikevin nava liv û tevgerê.”

Çalakî bi dirûşmeya “Ji Ecevît Pîroglu re azadî!” bi dawî bû.