Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku danê sibehê li Parîsê ya ku paytexta Fransayê hatin cem hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd îradeya gelê Kurd e û heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were, ew ê berxwedanê geş bikin.
Ciwanên ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ya bi têl û kuleyan jî şermezar kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Mexmûrê!”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe!” û “Bimire Xiyanet!” bi dawî bû.