Li Parîsê Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Di çalakiya li Parîsê de ku nemirên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn, hat diyarkirin ku kevneşopiya berxwedanê îro li Zap û Avaşînê teşe girtiye.

Berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmeha 1982'an ku bi kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên şehîd bûne ve destpê kir, li Parîsê hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê saet di 18:00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Endama TJK-E Guneş Ardûç ji bo bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê axaftina yekemîn kir. Ardûç bi bîr xist ku kadroyên pêşeng ên PKK'ê li dijî çewisandina li Zindana Amedê, li dijî her cure pêkanînên dijmirovahî, ferzkirina teslîmiyetê û astengkirina mafê parastinê yê girtiyên PKK'ê li berxwe dan û got, “Roja 14'ê Tîrmeha 1982'an Mehmet Hayrî Dûrmûş ku bi daxwazên weke bidawîkirina êşkence û her cure pêkanînên xirab û ji bo bidestxistina mafê ku bi azadî parastina xwe bikin li pêşberî dadgehê çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin ragihand û piştre jî hevalên wî yên komê ragihandin ku wê tevlî çalakiyê bibin.”

Ardûç da zanîn ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di Berxwedana 14'ê Tîrmehê de 4 navên nemir winda kirin û diyar kir ku ew qonaxeke ku hêza rehê berxwedanê teşe girt û ev xet dewam dike.

Ardûç destnîşan kir ku 14'ê Tîrmehê sembola şerê di navbera xeta berxwedanê ya ku axa mirî qebûl nake û teslîmiyetê ye û bi bîr xist ku îro xeta berxwedanê li hemberî ewqas zilmê li berxwe dide. Andûç her wiha anî ziman ku 14'ê Tîrmehê destpêka afirandina vê kevneşopiya dîrokî ye.

Bîranîn bi axaftina li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Welat Demîr berdewam kir. Demîr got, “Eger îro jî em bi hevre ne û çanda me ya berxwedanê dewam dike, ev bi saya şehîdên 14’ê Tîrmehê ye. Divê em şehîdên 14’ê Tîrmehê baş fêm bikin û bixwînin. Dîroka Kurdistanê bi qetlîamên Komara Tirk tijî ye, niha jî dixwazin bi çekên kîmyewî li Zap û Avaşînê berdewam bikin. Lê li hemberî wan berxwedaneke ku îradeyê derbas dike heye. Em weke malbatên şehîdan 14’ê Tîrmehê ji bîr nakin û emê nedin jibîrkirin.”

Di bîranînê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê ya têkildarê şehîdên 14'ê Tîrmehê hatibû amadekirin dom kir. Piştî sînevîzyonê merasîm bi pêşkêşkirina konsera helbest û muzîkê ya hunermendên TEV-ÇAND'ê bi dawî bû.