Li Osloyê ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin, îmze hatin komkirin

Li paytexta Norwêc Osloyê, ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin îmze hatin komkirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Osloyê (NCDK) li dijî qedexeya li ser PKK'ê li kolana Karl Yohanê standa îmzeyan hate danîn û îmze hatin komkirin.

Kampanya îmzeyan a li Osloyê her hefte ji aliyê komîteyekê ve tê meşandin. Vê hefteyê Komîteya PJAK'ê ya li Norwêcê stand danî.

Li standa îmzeyan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Kampanya wê het 21'ê Adarê Newrozê li qadên cuda bê danîn û îmze bêne komkirin.

Li Osloyê wê vê Yekşemê saet di 13:00 de li ber gara trenê ya navendî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî mîtîngek bê lidarxistin.