BI DÎMEN

Li Oberhausenê bi şiyara ‘Ji Rojava re Statû’ meşa girseyî hate li dar xistin

Li bajarê Oberhausen ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan bi armanca piştgiriya bi Rojava re û anîna ziman a daxwaza statuya siyasî, meşeke girseyî li dar xistin.

Li bajarê Oberhausen ê Elmanyayê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên Elman, ji bo mezinkirina piştgiriya li dijî êrîşên li ser Rojava û gihandina daxwaza naskirina statuya siyasî ya Rojava ji raya giştî re, meşeke girseyî hate pêkanîn.

Meş li ber Oberhausen Hauptbahnhof Stasyona Navendî ya Trenê bi kombûna girseyê dest pê kir. Di çalakiyê de ku alên YPG û YPJ’ê dihatin hildan, girse ji ber stasyonê ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di dema meşê de gelek caran sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd yek e” hatin berz kirin.

Girseya ku meşa xwe li navenda bajêr bi dawî kir, dîsa hat ber Stasyona Navendî ya Trenê û li vir daxuyaniyeke kurt da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê Rojava bigihîje statuyeke fermî û ya ku di qada navneteweyî de tê naskirin.

Çalakî bi çepik û sloganên hatin avêtin bi dawî bû.