BI DÎMEN

Li Normandiyayê şahiya 15’ê Tebaxê

Li herêma Normandiya ya Fransayê salvegera 41’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin.

ŞAHIYA 15’Ê TEBAXÊ

Di şahiyê de peyama Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan a têkildarî 15’ê Tebaxê, hate temaşekirin. Beşdarên ku guhdarî peyamê kirin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Gerîla” û “Bijî 15’ê Tebaxê” berz kirin.

Di şahiyê de hunermend Farqîn Azad, Tuncay Dilemin û Devrîm Azad derketin ser dikê û stranên berxwedanê gotin.

Şahî piştre bi gerandina govendê bi dawî bû.