Li Mulhouse û Nantesê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li bajarên Nantes û Mulhouse yên Fransayê di mitîngên hatin li lidarxistin de peyama “Heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û Rojava statuya xwe bi dest bixe, em ê çalakiyên xwe bidomînin."
Di mitîng û meşên ku li bajarên Mulhouse û Nantes yên Fransayê hatin lidarxistin de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin.
NANTES
Li Nantesê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” de meş û mitîng hat lidarxistin. Girseya ku li Qada Place du Commerce kom bû, bi pankart û alan heta ber Préfecture meşiya.
Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, "Liberté pour Ocalan", "Solution politique pour le Rojava" û "Vive le Rojava" hatin berzkirin.
Piştî meşê, li ber Préfecture mitîng hat lidarxistin. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya bi zimanê Fransî ji hêla Atis Mûş ve hate xwendin.
Piştre li ser navê Meclisa Nantesê Aram Serhed axivî û bal kişand ser dorpêça domdar a li ser Kobanê û got, "Dibe ku hin lihevkirin li ser kaxezê hebin, lê pirsgirêkên li qadê hîn jî berdewam dikin. Tenê kesê ku dikare van pirsgirêkan çareser bike Rêber Apo ye. Heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û Rojava statuya xwe bi dest bixe, em ê çalakiyên xwe bidomînin."
Mitîng bi banga beşdarbûna çalakiya navendî ya li dijî komployê ku dê di 14’ê Sibatê de li Nantesê were lidarxistin bi dawî bû.
MULHOUSE
Li Mulhouse jî gelê Kurd û nûnerên saziyên demokratîk ên Fransî ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li Place de la Bourse Mulhouse Square kom bûn. Di mitînga ku bi dirûşmeya “Xwedî li Rojava derkeve" hat lidarxistin de, di şexsê şehîdên Rojava de ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Di mitîngê de pankartên “Defend Rojava" û “Xwedî li Rojava derkeve” hatin hildan û dirûşmeyên "Rojava ne bi tenê ye" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.
Di axaftina li ser navê Meclisa Gelê Kurd a Mulhouse de bal kişandin ser hêzên li pişt êrîşên li ser Rojava. Nûner diyar kir ku çeteyên wekî HTŞ û DAÎŞ wekî rûyê xuya yên êrîşan derketin pêş û anî ziman ku gelê Kurd ji hêzên li pişt van avaniyan baş bas dike. Nûner diyar kir ku planên komkujî û qirkirinê li Rojava bi destê van çeteyan têne meşandin û destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi hemû derfetên xwe li kêleka Rojava bisekine.
Nûner di axaftina xwe de bal kişand ser kampanyayên reşkirinê yên li dijî Rêber Apo yên bi li ser medyaya dîjîtal têne kirin û anî ziman ku Şoreşa Rojava li ser bingeha raman û paradîgmaya Rêber Apo pêşketiye û bi vê kampanyayê şoreş hedef tê girtin.
Di mitîngê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Jin, jiyan, azadî", "Terorîst Erdogan, terorîst Colanî" hatin berzkirin.
Mitîng bi banga beşdarbûna meşa li dijî komployê ya ku wê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin, bi dawî bû.