Li paytexta Rûsya Moskowayê gelê Kurd bi kelecaneke mezin guhdarî peyama bi dîmen a Rêber Apo kirin û hestên xwe bi me re parvekirin.
Dayika bi navê Tarê Qadir hestên xwe wiha anî ser ziman: “Di serî de ez silav û heskirinê xwe ji Rêber Apo re dişînim. Dema ku min dîmenê Rêber Apo dît, destpêkê min bawer nekir. Piştî wê dema dengê Rêber Apo min guhdar kir dengê wî bû. Min ji kelecana nizanîbû çi bikim. Ji kefxweşiyê ez giriyam, dilê min bû du kerî û pêre jî min xemgînîyeke mezin jî jiyan kir. Ji ber ku ev bû 26 sal me dengê Rêberê xwe Serokê Gelê Kurd nebihîstibû.”
‘EM HETA DAWÎ PIŞTGIRIYA PÊVAJOYA KU RÊBER APO DATE DESTPÊKIRIN DIKIN’
Qadir wiha axaftina xwe dewam kir: “Ez dikarim bejim ku hebûna me bi saya Rêber Apo çêbû. Dijmin wisa anîbû serê gelê Kurd edî me nikari bû ku em bêjin em Kurd in. Eger îro em dibejin em Kurd in bi hebûna Rêber Apo dikarin bêjin. Wek jineke Kurd, dayikeke Kurd dibejim Rêber Apo hebûn û nasnama me ye. Em heta dawî bi pevajoya ku Rêber Apo dayî destpêkirin re ne. Dibe ku gelek astengî çêbûn, lê belê xebata ku Rêber Apo bide meşandinê sedî sed wê bi ser bikeve.”
Tarê Qadir wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di hemû jiyana xwe de min her xwestiyê ez Rêber Apo bibînim. Ez niha jî dixwazim derfet çêbibe biçim gel Rêber Apo û Rêberê xwe bibînim.”
‘ÊDÎ DIVÊ DEWLET JÎ GAVAN BIAVÊJE’
Her wiha welatparêzê bi navê Sibhî Elo wiha kêfxweşiya xwe ya bi dîtina dîmenê Rêber Apo re anî ser ziman: “Ez pir kêfxweşbûm dema me dengê Rêber Apo bihîst û temaşeyî dîmenê wî kir. Lê belê ez dibêjim bi tenê dîmen nabe, pêwîste em Rêber Apo bi awayekî fîzîkî jî di nav xwe de, di nav gelê xwe de bibînin. Rêber Apo pêvajoyek nû da destpêkirin. Rêber Apo fîlozofê me ye, em gotinê wî em nakin dudû. Em bi dil û can bi Rêberê xwe re girêdayî ne. Ez silav û hezkirinê xwe dişînim ji Rêberê xwe re dişînim.”
Elo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi bangawaziya Rêber Apo 30 Gerîla çekên xwe anîn û şewîtandin. Erkê ku dikeve ser milê wan pêk anîn. Niha jî pêwîste dewleta Tirk jî gavan biavêje. Ew qas sal in şer tê meşandin, bila dewleta Tirk jî gavan biavêje aşîtî û wekhevî çêbibe.”
‘EM DIXWAZIN RÊBERÊ XWE BI AWAYÎ FÎZÎKÎ DI NAV XWE DE BIBÎNIN’
Her wiha welatparêza Kurd dayika Almasta jî Rêber Apo silav kir û wiha hestên xwe da diyarkirin: “Berîya hemû gotinan ez bi dil û can Rêber Apo silav dikim û rêzdariya xwe dişinim. Bi rastî jî piştî 26 sal şûnde me axaftina Rêber Apo guhdar kir. Ev gaveke dîrokî bû. Lê pêwîste em Rêberê xwe bi fîzîkî ji di nav xwe de bibînin. Pêwîste bi fîzîkî azad bibe.”
Cimşîd bilêv kir ku aştî bi yek alî çênabe û wiha got: “Bi bangawaziya Rêber Apo komek gerîla wek koma aşîtiyê wek sembolîk çekên xwe şewitandin. Ev gavekî mezin û dîrokî bû. Şewitandina çekan jî tê wateya ku em şer naxwazin, em aşîtî û wekheviyê dixwazin. Ji bo wê jî pêwîste dewleta Tirk jî gavan bavêje. Aştî tenê bi milekî nabe.”
Herî dawî Marîna Xelîl jî wiha got: “Di serî de ez bi dil û can Rêber Apo silav dikim. Dema ku me dengê Rêber Apo bihîst em pir kêfxweş bûn. Piştî salên dirêj me dengê Rêberê xwe bihîst. Lê belê em êdî dixwazin Rêber Apo bi fîzîkî jî di nav gelê xwe de bibînin.”