Li Minabê di êrişa ser dibistanê de hejmara miriyan derket 148’an

Li gorî medyaya dewletê ya Îranê, di êrişa hevpar a DY-Îsraîlê ya li ser dibistaneke seretayî ya keçan a li Îranê de, hejmara miriyan derket 148an û hejmara birîndaran jî gihîşt 95an. Ev bûyer wekî girantirîn windahiya sivîlan a şer hate tomarkirin.

Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya ser bi daraza Îranê ve ragihand ku li bajarê Minabê yê ser bi parêzgeha Hormuzganê, di êrişa ser dibistaneke seretayî ya keçan de hejmara kesên hatine qetilkirin derket 148an û 95 kes jî birîndar in. Ajansê di nûçeya xwe de ku dispêre Dozgerê Minabê Îbrahîm Taherî, diyar kir ku dibistana ku sibeha şemiyê hatibû lêdan, heta niha bûyera herî mezin a windahiya komî ye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Hossein Kermanpour, di parvekirina xwe ya li ser tora civakî X’ê de, bombekirina dibistanê wekî "nûçeya herî nexweş" a şer bi nav kir û destnîşan kir ku dibe ku di bin kavilan de hîn bêtir zarok hebin.