Li Meşa Dirêj a li Fransayê îro roja çaran e
Li Fransayê, Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike. Îro roja çaran a meşê ye.
Li Fransayê, Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike. Îro roja çaran a meşê ye.
'Meşa Azadiyê' bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN, li bajarê Sierentzê yê Fransayê dest pê kir.
Çalakgeran ji bo tevlî meşa navendî ya salvegera komploya navneteweyî bibin, berê xwe dan Strasbourgê. Roja çaran a meşê li Bergheimê dest pê kir.
Di nava sê rojên derbasbûyî de car carna faşîstan êriş kirin, carna jî polîsan astengî danîn pêşiya meşvanan. Polîsan hewl dan ku meşa dirêj betal bikin.
Meş bi beşdariya ciwanên ji gelek welatên Ewropayê pêk tê. Di meşê de ku bi sedan kes tevlî bûne, alên PKK'ê û wêneyên Abdullah Ocalan têne hilgirtin.
Çalakger di meşê de her wiha belavokên li ser daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixin qutiyên postayê yên li herêmê. Meşvan wê îro xwe bigihînin bajarê Selestatê.