Li Melboûrnê standa ji Abdullah Ocalan re azadî hat danîn

Di standa ku di çarçoveya pêngava “Dema Azadiyê ye” li Melboûrnê hat danîn de belavok hatin belavkirin, gel hat agahdarkirin û îmze hatin berhevkirin.

Di çarçoveya kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê stand hat danîn.

Li standa ku bi pêşengiya NAV-Kurd a Melboûrne li ber pirtûkxaneya dewletê hate vekirin, di çarçoveya azadiya Ocalan de belavok hatin belavkirin û îmze hatin komkirin.

Di çalakiyê de êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser gelên Kurdistanê ji civakên Awûstralyayê re jî hate vegotin.