Li Marsîlyayê serdegirtina polîsan: Gelek Kurd hatin destgîrkirin
Bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî komkujiya li Parîsê hatin lidarxistin, polîsên Fransayê li Marsîlyayê avêtin ser gelek malan û gelek Kurd destgîr kirin.
Bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî komkujiya li Parîsê hatin lidarxistin, polîsên Fransayê li Marsîlyayê avêtin ser gelek malan û gelek Kurd destgîr kirin.
Bi hinceta çalakiyên şermezarkirina komkujiya li Parîsê ku endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin, li bajarê Marsîlya yê li Başûrê Fransayê polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de gelek welatparêzên Kurd bi hinceta ku tevlî çalakiyan bûne hatin destgîrkirin.
GELEK KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Bîlançoya destgîrkirinê hînê zelal nebûye. Parêzerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Marsîlyayê diyar kirin ku gelek kes hatine destgîrkirin, lê emniyetê di vê mijarê de heta niha agahiyeke zelal nedaye wan. Parêzeran diyar kirin ku di nava rojê de wê li ser hejmara kesên hatine destgîrkirin agahî bê dayin û gotin, welatparêzên serdegirtin li mala wan çêbûne serî li NCDK'ê bidin.
MAL SER Û BIN KIRIN, LÊ DAN
Li gorî agahiyên ji xizmên welatparêzên hatin destgîrkirin, di dema destgîrkirinê de polîs bi pêlavên xwe yên qirêj ketine hundirê malan û li welatparêzan xistine. Rêveberiya NCDK'ê diayr kir ku di nava rojê de wê li ser mijarê daxuyaniyeke berfireh bidin çapemeniyê.