Li Marsilyayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li Marsîlyayê li dijî êrîşên li ser Rojava bi dirûşmeya “Li Rojava xwedî derkeve” mitîngek hat lidarxistin. Di çalakiya ku bin baranê pêk hat de, daxwaza naskirina statuya Rojava hat kirin.
Li Marsîlyayê li dijî êrîşên li ser Rojava bi dirûşmeya “Li Rojava xwedî derkeve” mitîngek hat lidarxistin. Di çalakiya ku bin baranê pêk hat de, daxwaza naskirina statuya Rojava hat kirin.
Li bajarê Marsilya yê Fransayê, gelê Kurd û nûnerên saziyên demokratîk ên Fransî, li dijî êrîşên li ser Rojava li Qada Canabiere li hev civiyan. Mitînga bi dirûşmeya “Li Rojava xwedî derkeve”, di şexsê şehîdên Rojava de ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. “
Di qada mitîngê de gelek caran dirûşmeyên, “Rojava ne bi tenê ye” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û pankartên “Defend Rojava” û “Li Rojava xwedî derkeve” hatin vekirin.
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Marsilyayê Erhan Karayazi axivî û bal kişand ser hêzên li pişt êrîşên li ser Rojava. Karayazi diyar kir ku di rûyê xuya ya êrîşan de avaniyên çete yên wekî HTŞ û DAÎŞ’ê cih digrin û got gelê Kurd hêzên li pişt van avaniyan baş dizanin. Karayazi bilêv kir ku dixwazin li Rojava planên komkujî û qirkirinê li ser van çeteyan bixin dewrê û destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi hemû derfetên xwe li gel Rojava bisekinin.
Karayazi di axaftina xwe de bal kişand ser kampanyayên reşkirinê ku li ser medyaya dijîtal li dijî Rêber Apo tê kirin û diyar kir ku Şoreşa Rojava li ser bingeha fikir û paradîgmaya Rêber Apo de pêş ketiye û ev kampanya şoreşê hedef digrin.
Mitîng bi banga tevlîbûna bîranîna ku wê di 8’ê Sibata 2026’an de li Marsîlyayê ji bo şehîdên Helebê werin lidarxistin, bi dawî bû.