Li bajarê Marsilya yê Fransayê derbarê geşedanên siyasî yên li Tirkiye û Rojava, civîna gel hate lidarxistin. Civîn li Place Arenayê hate kirin û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Siyasetmedar Cuma Tak ê ku tevlî civînê bû, li ser pêvajoya li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin, êrîşên li ser Rojava û azadiya Rêber Apo nirxandinan kir.
Tak bal kişand ser parçebûna Kurdistanê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û diyar kir ku polîtîkayên îmha û înkarê ya dîrokî li ser gelê Kurd, di roja me de jî bi awayên cuda tê meşandin. Hate diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava dewama vê polîtîkayê ye.
Cuma Tak destnîşan kir ku paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xist, li Rojhilata Navîn ji bo jiyana demokratîk û hevpar a gelan derfetekî girîng pêşkêş dike û diyar kir ku ruhê yekîtiyê ya gelê Kurd êrîşên li Rojava têk birin û destkeftî bi helwesta hevpar û têkoşîna birêxistinkirî bên parastin.
Civîn bi pirsên beşdaran û nirxandinan bi dawî bû.