Li Marsîlya û Viyanayê çalakiyên li dijî hewila dorpêçkirina Mexmûrê
Ciwanên Kurd ku li Viyanayê û Marsîlyayê dijîn, bi hewila êrîşkirina Mexmûrê ya artêşa Iraqê hêrs bûn, daketin qadan û silav li berxwedana xelkê Mexmûrê kir.
Ciwanên Kurd ku li Viyanayê û Marsîlyayê dijîn, bi hewila êrîşkirina Mexmûrê ya artêşa Iraqê hêrs bûn, daketin qadan û silav li berxwedana xelkê Mexmûrê kir.
Hewila artêşa Iraqê ya girtina dora Wargeha Mexmûrê bi têl û bircan, li Viyanaya paytexta Awûstûryayê hat protestokirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku çalakî li dar xist, piştî ku heta ber kenala Donaûyê meşiyan, li ser pireke çûn û hatina wê zêde bi pankartê bi Elmanî yê li ser “Dagirker û xayîn bi hev re dixwazin bi Mexmûrê hemû gel heps bikin” nivîsandî daleqand da ku balê bibin ser hewila dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê.
Ciwanan got: “Jiyana wan bi serê xwe têkoşîneke mezin e, silav li berxwedana xelkê Mexmûrê!”
MARSÎLYA
Çalakiyeke protestoyî li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî hat lidarxistin. Ciwanên Kurdistanê ku bi dîmen û nûçeyên ji Mexmûrê re hatin hêrs bûn, wiha got: “Bi êrîşa berpêyî Mexmûrê berpirsyarî dikeve ser milên me hemûyan. Nabe ku tu Kurd dengê xwe ji vê rewşê re neke. Ciwanên li Kurdistanê û Ewropayê, dikarin bi berxwedana xwe hemû faşîzman hilweşînin.”