Li Marsîlya û Hanaûyê xwedî li berxwedana Rojava hate derketin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Hanaû yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Marsîlyayê ji bo protestokirina dewleta Tirk û çeteyên wan li Gara Trênê ya Saînt Charlesê çalakiyeke bêîtatiye sivîl li dar xistin.

Di çalakiyê de alayên PKK, YPG, YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hişdan.

Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan hate berzkirin’.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

 

HANAÛ

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Rojava bi meşekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li Frankfûrt, Offenbach û Hanaûyê tevlî meşê bûn. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin.