Li Marsîlya çalakiyên li hemberî dagirkirinê û xiyanetê didomin

Gelê Kurd ê li Marsîlya dijîn bi rojan li hemberî êrîşên dagikirinê û xiyaneta PDK’ê li ser piyane û çalakiyan li dar dixin. Kurdan îro jî bi çalakiyekê bal kişandin li ser bikaranîna çekên kîmyewî cilên kamuflej li xwe kirin û îxanet şermezar kirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate şermezarkirin.

Gelê Kurdistanê ku duh bi şev di saet 23.00’an de li ser banga KCDK-E’yê 2 saetan mîtîng li dar xist, di saet 13.00’an de bi kincên kamuflejê hatin gel hev û bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî.

Kurdan di çalakiyên xwe de bang li Welatên Ewropayê kirin ku "Bêdeng nemînin" bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin "Terorîst Erdogan", "Hevkar PDK" û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Zapê” berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir.

Di çalakiya ku bi qasî 2 saetan dewam kir de, bi nûnertiya Ewropayê re hevdîtin hat kirin û daxwaza rendevûyê hat kirin.

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.