Li Marsîlya çalakî: Divê girtiyên nexweş serbest werin berdan

Li Marsîlyayê Kurd û dostên xwe ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin, derketin qadan û gotin: “Divê demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan.“

Li bajarê Marsîlya yê Fransa Kurd û dostên xwe di saet 17.00’an de li qada Canabîere hatin ba hev û ji bo balê bikêşin li ser rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xistin.  Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK‘ê û wêneyên girtiyên bi guman jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Her wiha di çalakiyê de pankarta “Ji girtiyên siyasî re azadî“ hate rakirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Kujer Erdogan“ û “Dewleta faşîst a Tirk destê xwe ji girtiyên siyasî vekêşe“ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û xwendin.

‘EM Ê BIBIN DENGÊ GIRTIYAN‘

Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Erhan Tarhan axivî. Tarhan anî ziman ku divê demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan û got: " Rêhevalên me li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin. Em ê bibin dengê rêhevalên xwe yên di girtîgehan de ne û em ê hîn bêhir xwedî li wan derkevin.“

Piştî axaftinan, banga tevlîbûna çalakiya roja şemiyê pêk were hate kirin.