Li Marîgnaneyê çalakiya ji bo Mexmûrê
Dorpêça li ser Mexmûrê li bajarê Marîgnane yê Fransayê hate şermezarkirin.
Dorpêça li ser Mexmûrê li bajarê Marîgnane yê Fransayê hate şermezarkirin.
Li bajarê Marîgnane yê li başûrê Fransayê, danê êvarê çalakiyek hate lidarxistin û hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hatin şermezarkirin.
Kurdistanî li qada Marîgnaneyê li hev kom bûn û bi gotina "Mexmûr ne bi tenê ye" bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo kampa di bin berpirsyariya wê de ye erk û wezîfeya xwe bi cih bîne.
Di çalakiyê de bang li artêşa Iraqê jî hate kirin ku tavilê xwe ji kampê vekişîne.
Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana Mexmûrê" hate qîrîn.