BI DÎMEN

Li Mantes La Jolie şahiya bi govend û fîşekên hewayî

Bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê, Kurdistaniyan bi govend û fîşekên hewayî şahî kirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” berz kirin.

SALVEGERA DAMEZRANDINA 46’AN A PKK’Ê TÊ PÎROZKIRIN

Bi dehan kes li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Mantes la Jolie ya li Fransayê, hatin ba hev û salvegera 46’an a PKK’ê pîroz kirin.

Girseyê agir vêxist û li dor goveng gerand. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” hatin berzkirin.

Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, reng dan şahiyê.