Li Malmo coşa Newrozê
Li bajarê Malmo Newroz îsal bi dirûşma "Azadiyê" bi coş hate pîrozkirin.
Li bajarê Malmo Newroz îsal bi dirûşma "Azadiyê" bi coş hate pîrozkirin.
Li bajarê Malmo yê Swêdê Newroz îsal bi dirûşma "Azadî" bi coş û tevlîbûneke girseyî hate pîrozkirin. Bi sedan kesên ji deverên cuda yên bajêr û bajarên li derdorê di rojeke bi wate ya nîşaneya biharê de li hev civiyan.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di çalakiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.
Di axaftinan de jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.