Li Lyonê civîna gel hat lidarxistin
Siyasetmedar Îsmail Erzîngan di civîna gel a li Lyonê de axivî û got: “Têkoşîna me ya sosyalîzma demokratîk her dem e. Her kes divê berpirsyariyê bigire ser xwe û di vê serdema dîrokî de erka xwe bi cih bîne.”
Siyasetmedar Îsmail Erzîngan di civîna gel a li Lyonê de axivî û got: “Têkoşîna me ya sosyalîzma demokratîk her dem e. Her kes divê berpirsyariyê bigire ser xwe û di vê serdema dîrokî de erka xwe bi cih bîne.”
Li bajarê Lyon ê Fransayê, bi dirûşma “Em pêvajoyê bi hev re nîqaş dikin, bi hev re biryar didin, bi hev re civaka demokratîk rêxistin dikin” civîneke gel hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di civînê de Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê jî hatin bibîranîn.
Di civînê de danehevên Têkoşîna Azadiya Kurd û rojeva rojane hate nirxandin. Di civîna ku nûnerên saziyên ji beşên cuda yên civakê jî beşdar bûn de, li ser têkoşîna hevpar û piştevaniyê hate rawestandin.
Siyasetmedar Îsmîl Erzîngan di civînê de axivî. Erzîngan bal kişand bi ser mîrateya berxwedanê ya 50’î salî û wiha got: “Pêvajoyeke demokratîk tenê bi beşdariya hemû gelan dikare bi temamî pêk were. Ev pêvajo bêyî ku hêvî ji hêzên derve re bê girtin, wê tenê bi hêza xweser a gel bê meşandin.”
Erzîngan anî ziman ku têkoşîna wan ya sosyalîzma demokratîk her dem e û got: “Her kes divê berpirsyariyê bigire ser xwe û di vê serdema dîrokî de erka xwe bi cih bîne.”