BI DÎMEN

Li Lûzernê siyasetmedarê Kurd Alî Toren ê li sirgûnê wefat kir, hate bîranîn

Siyasetmedarê Kurd Alî Toren ê ku birayê Botan Tekîn ê HPG’î (Mehmet Toren), bavê 2 gerîlayan û şehîdekî, 29’ê Çileyê li Kantona Lûzern ê Swîsreyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Toren li warê wî hate veşartin.

Ji bo Alî Toren ê jiyana xwe ji dest da, li Komeleya Kurd a Kantona Lûzernê bi tevlîbûneke berfireh merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Ji gelek bajarên Ewropayê tevlîbûn ji bo bîranînê çêbû. Hevalê wî yê têkoşînê Mustafa Sarikaya di merasîmê de axivî û diyar kir ku sala 1987’an li girtîgehê bi hev re mane. Sarikaya got, “Ti carê xwe ji têkoşînê neda paş, di demên dijwar ên salên 1990’î de wî li herêma herî zehmet Herêma GAP’ê xebatên gerîla dimeşand.”

Sarikaya diyar kir ku Alî Toren ji bo gelê Kurd şehîd hatiye qebûlkirin û got, “Em soz didin ku têkoşîna wî bigihînin serketinê.”

Piştî merasîma bîranînê, cenazeyê Alî Toren roja yekşemê ji bo spartina axê hate şandina warê wî Rihayê.

Ji bo Alî Toren ê ku piştî têkoşîna 45 salan hate şandina cihê ku lê ji dayik bûye, li Qada Hewayî GAP’ê pêşwaziyeke bi heybet hate kirin û piştre li warê wî gundê Yaylak ê navçeya Bozovayê hate veşartin.

Bi hezaran kes tevlî merasîma veşartina cenaze bûn. Parlamenterê Rihayê yê DEM’ê Omer Ocalan di merasîmê de axivî û got, malbata wî û gelê Kurd bi wî serbilind e.

Piştî axaftinan û veşartina cenaze, girse çû serdana taziyeya li Mizgefta Hz. Omer a li gundê Yaylak.