Li Luzernê çalakiya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat lidarxistin

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ku peyamên parastina Kurdî, bîra çandî û yekîtiyê hatin dayîn de, hat ragihandin ku dahat dê biçe ji Heyva Sor re

Ji her çar parçeyên Kurdistanê yên li Luzernê dijîn, beşdarî çalakiya ku li salona konferansê ya Navenda Çandê ya Pfarreim Ebikon hat lidarxistin bûn. Çalakiya ku di bin pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Luzernê û bi hevparî ji aliyê PJAK, PYD, Enstîtuya Kurdî û Heyva Sor a Kurd ve hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir.

Di çalakiyê de herî pêşî nivîskar Pîr Rustem axivî. Wî bal kişand ser bi hezaran zimanên ku li cîhanê tên axaftin û got: “Li cîhanê bi hezaran ziman hene. Beşek ji van zimanan di bin gefa tunebûnê de ne. Rewşa zimanê me yê dayikê Kurdî baş e, lê nêzî nîvê 7 hezar zimanên ku li cîhanê tên axaftin di bin gefa tunebûnê de ne. Ger em nekaribin ji nifşên paşerojê re ragihînin, zimanê me dê winda bibe. Ji bo vê yekê, li malên xwe bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin.”

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê nivîskar Gernas Koçer, bal kişand ser girîngiya edebiyata Kurdî û got: “Kurdî zimanekî pir mezin e. Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cigerxwîn û bi hezaran helbestvan û nivîskarên din hene. Divê siyaseta Kurd ziman di her qadê de bi kar bîne. Ger em ziman bi kar neynin, dê winda bibe. Tu gel bi qirkirina fîzîkî nayê tunekirin, lê tenê bi asîmîlasyonê dikare were tunekirin.”

Endamê Dîwana KCDK-E Mûsa Farisogûllari, geşedanên siyasî yên rojane nirxand. Wî bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd li hemberî êrîşên li ser Rojava û got: “Di van çalakiyan de gelê me li kolanan dirûşma ‘Gelê Kurd yek e’ qêriya. Gelê me yekîtiya xwe ya neteweyî ava kiriye. Divê partiyên siyasî bi lez werin cem hev û yekîtiya neteweyî xurt bikin.”

Hevserokê NCDK ya Luzernê Ercan Guneş jî, bal kişand ser wê yekê ku saziyên Kurd li Luzernê cara yekem e di çalakiyekê de hatine cem hev û got: “Ev hevkarî dê di heyama pêş de bibe wesîleya xebatên hîn xweştir. Li ber me Newroz heye, em bi hev re vê Newroza xwe pîroz bikin.”

Di çalakiyê de komên muzîkê yên Rojava û Rojhilat derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Hat diyarkirin ku dahata di çalakiyê de hatî bidestxistin dê ji Heyva Sor a Kurdistanê re bê veguhestin.