Li Lozanê standa azadiyê bi biryardarî didome
Çalakiya standa ku li Lozanê bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd ve hat vekirin de, berdewam dike.
Çalakiya standa ku li Lozanê bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd ve hat vekirin de, berdewam dike.
Li Lozanê di pêşengiya tevgerên ciwanan de di 24’ê Mijdara 2021’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya standê hatibû destpêkirin, çalakî îro jî berdewam kir. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilawistin.
Li standa ku bi pêşengiya endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hate vekirin de, ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, îmze hatin komkirin.
Endamê TCŞ'ê Şînas Atli, der barê çalakiya standê ya di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê“ de axivî û got: “Em ê weke ciwanên Kurd li pêngavê xwedî derkevin û em ê li qadan bin. Me meha çaremîn a çalakiyê li pey xwe hişt. Di çalakiyê de me fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi civakê re parve kir.“