Li Lozanê çalakiya standa “Ji Ocalan re azadî“ berdewam dike
Di standa ku ciwanên endamê TCŞ û TekoJIN'ê her hefte li gelek nuqteyên Lozanê vedikin de, fikr, raman û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên vegotin.
Di standa ku ciwanên endamê TCŞ û TekoJIN'ê her hefte li gelek nuqteyên Lozanê vedikin de, fikr, raman û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên vegotin.
Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku xwedî li pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin derdikevin, li bajarê Lozanê ya Swîsreyê standa agahdarkirinê vekirin û çalakî di heftiyan şeşemîn de berdewam dike.
Ciwanan bi standên ku her hefte li gelek deverên bajêr vedikin balê dikişînin ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji gelê Swîsreyî re fikr, raman û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêjin.
Di çalakiyê de ji aliyê aktîvîstên TCŞ û TekoJIN'ê ve belavokên çima divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe hatin belavkirin.
Di çalakiyê de ji bo PKK ji lîsteyên qedexe were derxistin îmze hatin komkirin û hate gotin ku PKK rêxistinekî ji gel e û nabe ku gel were qedexe kirin.