Li Londrayê ji bo şehîdên meha Gulanê meşek hate lidarxistin
Li Londrayê ya ku paytexta Îngilîstanê ye ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê meşek hate lidarxistin.
Li Londrayê ya ku paytexta Îngilîstanê ye ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê meşek hate lidarxistin.
Li ser banga Teoriya Çînê (Sinif Teorîsî) û Partîzanê ji bo Şehîdên meha Gulanê li ber Stasyona Manor House merasîmeke girseyî hate lidarxistin.
Di bîranînê de Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) jî amade bû. Bîranînê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Wêneyên pêşengên şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, 4 şoreşgerên ku li zindana Amedê bedena xwe dabûb ber agir û wêneyê Denîz Gezmîş hatin hilgirtin.
Di bîranînê de li ser navê Partîzan û Teoriya Çînê daxuyaniyeke hevpar hat xwendin, nûnerên HBDH, MLKP û KCDK-Başûr axivîn.
Di axaftinên hatin kirin de hate destnîşankirin ku wê faşîzma AKP-MHP'ê bi ruhê Îbrahîm, Hakî, Mahîr û Denîzan were têkbirin.
Piştî bîranîna li Manor House girse ji vir heta Stasyona Tûnpike Lane meşiya.
Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.