BI DÎMEN

Li Londonê şeva piştgiriya bi Rojava re

Li Navenda Civaka Kurd a li Londonê ji bo piştgiriya bi Rojava re şevek hate lidarxistin û peyamên yekîtî û piştevaniyê hatin dayin.

Li Navenda Civaka Kurd a Londonê, bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd, Meclîsa Jinê ya Jiyan û Tevgera Ciwanên Şoreşger şevek ji bo piştgiriya bi Rojava re hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe beşdarî şevê bûn û peyamên yekîtî, piştevanî û berxwedanê dan.

Bername ji ber meha Remezanê bi xwarina fitarê destpê kir. Piştre heyetek ji Rojava ji beşdaran re axivî, qala bûyerên dawî yên li herêmê, pêvajoya siyasî û berxwedana gel kir. Ji fermandarên YPJ'ê Viyan Efrîn bi rêya înternetê beşdarî bernameyê bû û bal kişand ser girîngiya têkoşîna azadiyê û berxwedana bi pêşengiya jinê.

Şaredarê Haringeyê Peray Ahmet li çalakiyê axivî, piştgiriya xwe ya ji bo têkoşînan gelê Kurd dubare kir û got, "Em timî bi doza mafdar a Kurdan re bûn" û anî ziman ku wê piştgiriya xwe dewam bikin.

Endama meclîsa şaredariyê Ajda Ovat jî bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û kêfxweşiya xwe ya beşdariya li şeveke bi vî rengî ya bi wate anî ziman. Her wiha bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a gelan.

Bi navê ciwanên ku beşdarî seferberiya Rojava bûn Serbaz Rojava jî ragihand ku têkoşîna azadiyê dewam dike û li her qada Kurdistanê divê ev têkoşîn bidome.

Rojnamevan-nivîskar Îlham Bakir jî bûyerên siyasî û herêmî nirxand û girîngiya dîrokî ya têkoşîna azadiyê û çareseriya demokratîk a gelê Kurd destnîşan kir.

Di şevê de hunermend Zeyno Dûrar û Erkane Hecî hunera xwe pêşkêş kirin.

Bername bi peyamên ji bo yekîtî û piştevaniyê qediya.